Şandeya Îmraliyê wê sibe bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand ku Şandeya Îmraliyê wê sibe (24 Gulan) bi Rêber Abullah Ocalan re hevdîtin bike.

Şandeya Îmraliyê wê sibe bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bike
23 gulan, 2026   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî, ragihand ku Şandeya Îmraliyê wê di 24’ê Gulanê de biçe Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Temellî ku tevlî bernameya Îlke TV’yê bû ragihand ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê de cih digrin, wê di 24’ê Gulanê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.

Şandeyê herî dawî di 27’ê Adarê de hevdîtin kiribû.