‘Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e’

Parêzer Rozîv Kino diyar kir ku pêwîstiya vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan heye û got “Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

‘Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e’
23 gulan, 2026   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Têkildarî rola girîng a Rêber Abdullah Ocalan di vê qonaxa heyî de û girîngiya misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî wek gaveke bingehîn a ku afirandina aştiyê were tekezkirin, hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kobanê Parêzer Rozîv Kino ji ANHA`yê re axivî.

Rozîv Kino diyar kir ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibatê 2025`an de bang kir, hin gav hatin avêtin. Ji wan gavan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di kongreya xwe ya 12`emîn de xwe fesih kir û ew banga Rêber Abdullah Ocalan pêk anî û got: “Pêvajoya li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk heta niha ji bo pêvajoyan heyî tu gavên cidî neavêtine. Ji ber em dibînin ku gavên ku hatin avêtin, tenê yekalî ne. Ji ber vê yekê ji bo ku ev pêvajoya bi ser bikeve, divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje, ji ber ku êdî dem nemaye.”

Rozîvê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de diyar kir ku pêvajo gihaştiye rengekî zagonî û wiha got: "Wekî em dinirxînin ku em dibêjin pêvajo gihaştiye rengekî zagonî, divê em hinek bendan binirxînin. Ew jî mafê hêviyê ji bo Rêber Apo ye. Ji ber ku serkeftina vê pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

Rozîvê anî ziman ku yek ji bendên zangonî ku dema dîlgirtiyek 25 salan di zindanê de be, mafê hêviyê jê re heye û wiha got: "Rêber Apo jî 28 sal e di zindanê de ye. Lê heta niha mafê hêviyê ji Rêber Apo re pêk neanîne. Ev yek diyar dike ku hemû zagon tên binpêkirin. Dewleta Tirk bi xwe yek ji îmzekarên vê dadgehê ye û dadgehên mafên mirovan e, lê ew tu zagonan pêk nayne.”

Rozîv Kino di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku divê maf bên parastin û hin zagonên li Tirkiyeyê bên zelalkirin û got: "Divê hemû maf û zagon werin parastin ji bo serkeftina vê pêvajoyê. Serkeftina vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo wê pêk were.”

ANHA