ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2024
23 sibat, 2024   02:00

Siyasetmedarên kantona Cizîrê destnîşan kir ku dê hewldanên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo nifşên din Îmralî veguhast çira." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Azad îradeya jina azad temsîl kir û li dijî hemû êrişên qirkirin û dagirkeriyê heta kêliya dawîn di jiyana xwe de şer kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb diyar kir ku heta niha Koalîsyona Navneteweyî ji bo tunekirina jêderên çeteyên DAIŞ`ê û hawîrdora wan rola ku tê xwestin nelîstiye û heta vê kêliyê hêzên navneteweyî tev li çareserkirina vê pirsgirêka rastîn nebûne. (BI WÊNE)

Rûsya mijara "Komîteya destûrê" careke din xist rojevê û perwerdeyên leşkerî li gundewarê Helebê pêk tîne. DYA’yê jî qanûnek li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re derxist. Nivîskarekî sûriyeyî tevgerên her du aliyan wekî "Şerê berjewendiyan û hewldaneke destpêkê ji aliyê koalîsyona Astanayê ve da ku bazarekê li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk bînin" nirxand. (BI WÊNE)

Xelkê navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê bi boneya salvegera 9ˊan a komkujiya li dijî gundên Xabûr-Asûrî ku bi destê çeteyên DAIŞˊê pêk hatine çalakiyekê li hola dêra Qedîse ya li Til Temirê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA