Balafirên bêmirov nuqteyên çeteyan li Sehil El Xab û Idlibê bombebaran kirin

Gelek balafirên bêmirov ên xwekuj nuqteyên çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ bombebaran kirin, her wiha hêzên hikumeta Şamê bi moşekan nuqteyeke çeteyan li bajarê Biserton ê li rojavayê Helebê topbaran kir û di encamê de 2 çete birîndar bûn.

Balafirên bêmirov nuqteyên çeteyan li Sehil El Xab û Idlibê bombebaran kirin
22 sibat, 2024   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên xwekuj ku ji herêmên hêzên hikumeta Şamê derketine li derdora gundê Qeston ê li rojava Hemayê ya bakur, rojavayê Sûriyeyê erebeyek bombebaran kir, di encamê de erebe rûxandin.

Her wiha balafireke bêmirov a xwekuj li nêzî gundê Firîkê yê Cisir Şixor motorsiklêtek hedef girt, di encamê de wêran kir, lê der barê kuştî û birîndaran de agahî bi dest neketin.

Girêdayî heman mijarê hêzên Şamê bi moşekan nuqteyeke çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamêˊ li Biserton ê li rojavayê Helebê topbaran kir, di encamê 2 çete birîndar bûn.

Têkildarî mijarkê ˊHeyetêˊ nuqteyên hêzên Şamê yên li gundê Biserton topbaran kirin.

Balafireke bêmirov a komên Îranê li gundê Qerqor ê Sihil El Xab ê li rojavayê Hemayê motorsiklêtek bombebaran kir, di encamê de 2 zarok û bavê wan birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)