Berjewendiyên Rûsya û Amerîka di dosyaya Sûriyeyê de

Rûsya mijara "Komîteya destûrê" careke din xist rojevê û perwerdeyên leşkerî li gundewarê Helebê pêk tîne. DYA’yê jî qanûnek li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re derxist. Nivîskarekî sûriyeyî tevgerên her du aliyan wekî "Şerê berjewendiyan û hewldaneke destpêkê ji aliyê koalîsyona Astanayê ve da ku bazarekê li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk bînin" nirxand.

Berjewendiyên Rûsya û Amerîka di dosyaya Sûriyeyê de
23 sibat 2024   05:37
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Di çend rojên dawîn de Rûsya mijara "Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê" careke din xist rojevê.

ˊKOMÎTE GIHAŞT KU DERÊˊ

Di nava 4 salan de 8 torên civînên "Komîteya destûrê" hatin lidarxistin. Lê beşdarên wê "hikumeta Şamê, muxalefet û civaka sivîl" nikarin destûrekê deynin.

Nivîskarê siyasî yê ji Sûriyeyê Mihemed Îsa diyar kir ku "Komîteya destûrê" ji dema ku hatiye avakirin ve binkeftî ye û ne cihê baweriyê ye û sedemên binkeftina komîteyê wiha nirxand: "Şeklê komîteyê ne li gorî pêkhatina xwe ye ku divê ji muxalefetê sêyeke be, ji rejîmê jî sêyekek be û ji civaka sivîl jî sêyekek be da ku bi awayekî durist temsîla rewşa siyasî ya Sûriyeyê bike. Di heman demê de komîte hevsengiya hêzên li ser erdê îfade nake. Hêzên li ser erdê bi zanebûn û bimebest rol an temsîla aliyê ku nûnertiya gelê Sûriyeyê dike, nake. Mebesta min li vir Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û tecrûbeya wê ya pêşketî ya li ser erdê ye. MSD’ê di nêzîkatiyên xwe yên li hemberî aloziya li Sûriyeyê û dan û standinên xwe yên li gel aliyên cuda yên Sûriyeyê de gavên mezin avêtine.  "

Têkildarî "Komîteya destûrê" ya ku Rûsyayê dîsa xistiye rojevê, Îsa ev nirxandin kir: "Komîte hewldaneke binkeftî ya Rûsyayê ye da ku bi rêya tevgerên mîna yên civînên Astanayê biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an pêk neyne. Armanca Rûsyayê ew e ku berjewndiyên dewletên ku di rêgeha Astanayê de cih digirin, bi taybetî siyasetên Tirkiyeyê yên li ser hesabê berjewendiyên sûriyeyan pêk werin."

ˊHEWLDANÊN PÊKANÎNA LIHEVKIRINEKÊˊ

Hemwextî tatbîqatên leşkerî yên Rûsyayê li gundewarên Helebê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) got Firqeya 25ˊan (Hêzên Erkên Taybet) ên girêdayî hikumeta Şamê bi serkêşiya Suhêl El Hesen tatbîqatên leşkerî li herêmeke vekirî li nêzî herêma El Cibol ê li başûr rojhilatê Helebê bi çavdêriya hêzên Rûsyayê pêk anîn.

Têkildarî tedbîqatên leşkerî yên Rûsya û hikumeta Şamê yên li gundewarê Helebê, siyasetmendar Mihemed Îsa got: "Rûsya bi rêya axaftina li ser komîteya destûrê dixwaze lîstoka xwe ya bi dewleta Tirk û Îranê re daniye bilîze. Di vê lîstokê de dixwaze hin herêmên li bakur rojava radestî desthilatên Şamê werin kirin, li beramber wê jî hin komên muxalifên îslamî yên bi ser dewleta Tirk ve bixe çarçoveya vê lihevkirina nû û ji raya giştî ya navneteweyî re bêje ev çareyeke siyasî ye ku sûriyeyiyan li ser li hev kiriye."

Îsa got ew siyaseteke Rûsya û hevalbendên wê dewleta Tirk û Îranê ye û armanca wan ew e ku piştre derfetên bidin dewleta Tirk ku êrişên nû pêk bîne û herêmên din ên Sûriyeyê li herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk dagir bike.

ˊDI NAVBERA MOSKOV Û WASHINGTONÊ DE NAKOKIYA BERJEWENDIYANˊ

Senatoya Amerîkayê projeya qanûnê ˊsekna li dijî normalîzekirina bi rejîma Esed reˊ derxist. Li gorî çavdêran ew gav li dijî hewldanên Rûsyayê yên têkbirina tecrîda navneteweyî ya li ser Şamê ye.

Mihemed Îsa di dawiyê de got bê guman ev nîşaneya valahiyeke mezin di navbera nêzîkbûna Amerîka û rojavayî û Rûsyayê de  der barê dosyaya Sûriyeyê de ye. Ev valahî dibe ku piştre bi xwe re pêşdeçûnên mezin der barê berjewendiyên Amerîka û Rûsyayê de bîne. Ew jî li ser paşxaneya pêşdeçûnên şerê Xezayê ye û dewletên Astanayê hewl didin zextê bikin. Armanc jî ew e hêzên Amerîkayê neçar bikin ku ji herêmê derkevin, mîna li Efganistanê bûye. Di wê yekê de aliyên bi ser dewletên Astanayê ve tên hesibandin êrişên xwe li dijî hêzên Amerîka li Sûriye, Iraq û Urdinê pêk tînin."

(bb-fr)

ANHA