ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-92024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-92024
22 îlon, 2024   02:00

Şehîd Seyît Evran ku jiyana xwe xiste xizmeta doza gelê xwe û gelên herêmê, di dîroka gelê Kurd de rêwîtiyeke dûdirêj a têkoşînê hişt. Nifşeke rojnamevanên şoreşger gihand ku xeta wî dişopînin.

Xwînerên paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan, diyar kirin ku ew bi xwendina paraznameyan rastiya xwe û heqîqeta civaka xwe nas dikin.

Şêniyên Şedadê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûne. Şêniyan di heman demê de got rêxistinên navneteweyî berpirsên encamên pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in û banga bidawîkirina vê pergalê kir.

Şêniyên bajarê Qamişlo li hemberî xiyaneta PDK`ê bertekên tund nîşan dan û gotin: “Em wan qebûl nakin, ew ne Kurdin û divê ji axa me derkevin.”

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên nêzîkbûna bi Şamê re, teqandina cîhazên banglêkirinê yên Hizbullah, lihevkirina Rûsya û Îranê û gefên Moskovê ji rojavayiyan re kir.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rojnamevan û nivîskar Seyît Evran li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê di salvegera yekemîn a şehadetê de bi bîr tîne, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Dêrazorê li hola Meclisa Dêrazorê konferansa xwe ya 2ʹyemîn li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qada şehîdan taxa Şêxmeqsûd a Helebê sersaxiyê dide malbata şehîd Şiyar Efrîn, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, Mala Jinan û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi diruşma ʹJiyan jiyan e, jiyanê nekujinʹ li hola 8ʹê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê panelekê li dar dixin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Dêrikê bi diruşma ʹJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ li Parka Dicle ya Dêrikê çalakiyekê li dar dixe, saet 19:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)