Xebat Agirman wefat kir

Endamê KCÊʹyê Xebat Agirman (57) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Xebat Agirman wefat kir
21 îlon, 2024   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kedkarê bi dehan salan ê civaka êzidî, endamê Koordînasyona Civaka Êzidî (KCÊ) Xebat Agirman li dûrî welatê xwe li koçberiyê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Xebat Agirman li Mala Êzidiyan a bajarê Sûlîngenê şîn hate danîn. Şîn îro dest pê kir û wê heta roja duşemê dewam bike.

Cenazeyê Xebat Agirman wê 24’ê Îlonê li gundê Bacinê ku lê ji dayik bû were veşartin.

Xebat Agirman di sala 1967’an de li gundê Bacinê yê navçeya Mêrdîn Midyadê ji dayîk bû. Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bû.

Xebat Agirman di 9 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Ewropayê kir û li wir bi cih bû. Ji 12 saliya xwe ve dest bi xebatên di nava civaka xwe û têkoşîna azadiya Kurd de kir.

Bi dehan salan bê rawestan ji bo azadî û tifaqa civaka êzidî û gelê Kurd têkoşiya. Xebat Agirman di heman demê de di avakirin û rêvebirina televîzyona ÇIRA TV de jî xwedî kedekî bêhempa bû. Li gel pêşkêşiya xwe ya bernameya bi navê ‘Hûr û Kûr’ her wiha gelek xebatên giranbûha meşandine.