ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2024
21 îlon, 2024   02:00

Şêniyên kantona Cizîrê pergala îşekence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek sûcekî dermirovî bi nav kir û got dê li hemberî vê pergalê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

"Nûçegihaniya min ne ew nûçegihanî bû ku rojnameyeke dewleteke sazkar de bikim. Ya ku min dixwest bikim, nûçegihaniya şer a têkoşînekê bû ku hebûna wê hê jî nehatiye qebûlkirin û ji bo ku hebûna xwe bidin qebûlkirin, gerîlayên wê cane xwe feda dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyan diyar kir ku sûcên li gundê Kaxirê hatine kirine beşeke biçûk a sûcên li herêmên dagirkirî ye û got çete bi van sûcan dixwazin gund vala bikin û malbatên xwe lê bi cih bikin.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Minbicê aşekî nû ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê kongreya xwe ya 10`emîn bi dirûşma "Bi hev re j ibo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û sepandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeya Demokratîk" li navenda Serdemê ya li Hesekê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Xalid Hiso li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye oxir dikin saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclisa Werzîşê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Bi pêşengiya jinên ciwan em ê şoreşa jin, jiyan, azadî bi ser bixin û azadiya Serok misoger bikin" çalakiyeke werzîşî li stada Babnis a li Şehbayê li dar dixe saet di 16;00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)