4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê

Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkarya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê 4`emîn Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" li dar xist.

4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
4`emîn Mîhrîcana Zarokan li Helebê
20 îlon, 2024   23:04
HELEB

Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo di çarçoveya pêşxistina têkiliyên civakî û çandî de 4`emîn Mîhrîcana Zarokan li dar xist. 

Mîhrîcan bi dirûşma "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" li hola Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.

Bi dehan zarok û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tev li mîhrîcanê bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê Biharîn Sîno axivî û got zarok siberoja civakê ne.

Biharîn diyar kir ku ew ji lidarxistina mîhrîcanê armanc dike çand û hunerê ji windabûnê biparêzin û di van şert û mercên dijwar de kenê li ser rûyê zarokan xêz bikin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, komên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo stran, govend û şano pêşandan.

(şx)

ANHA