ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-8-2025
21 tebax, 2025   02:00

Nûnerê eşîra Şêxan diyar kir ku gotinên kîndariyê bandoreke xirab li tevna civaka Sûriyeyê dikin û da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser garantiya rastîn a siberoja Sûriyeyê ne.

Jinên ji Efrînê û Hesekê diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe wê têkoşîna wan berdewam be  û got, daxwaza wan  hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ye.

Xelkê bajarê Reqayê fikar û nerazîbûnên xwe têkildarî gotara nefretê û gotinên kîndariyê yên tên parvekirin anîn ziman û hişyarî da dibe ku ev bi xwe re şerekî navxweyî bîne û gefan li yekitiya welat û siberoja wê dixwe.

Meclisa bajarê Firatê yê kantona Dêrazorê li goristana şehîdan a bajarê Firatê komkujiya Şiêtat bibîr tine (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Mihemed El Hesanî li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiye oxir dikin (9:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a kampa Weşûkanî ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê dide (9:30). BI WÊNE Û DÎMEN