Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû

Komeleya Şawişka ya Jinan bi hevkariya Rêxistina Roz a Pêşxistin û Xurtkirina Jinan însiyatîfa “Vedana dengê te” bi dawî kir.

Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
Însiyatîfa `Vedana dengê te` bi dawî bû
20 tebax, 2025   22:59
QAMIŞLO

Komeleya Şawişka a Jinan bi hevkariya Rêxistina Roz, însiyatîfa “Vedana dengê te” bi şahiyekê bi dawî kir. Di însiyatîfê de, rojnamevan li ser bernameyên piştgiriya jinan, zayendperestiyê, rola jinan di aştiyê de, avakirina klûbeke sînemayê, destpêkirina kampanyayeyek ragihandinê, destpêkirina nîqaşên li dora jinan di çêkirina biryarê de, heta sê mehan perwerde dîtin. 

Mudirê projeyan a Komeleya Şawişka Ibtîsal Hesen şahiya bidawîkirina însiyatîfê, dest pê kir. Dûre mudira projeya “Vedana dengê te” Endîra Welîka axivî û got însiyatîf di xurtkirina jinan, ragihandina dengê wê de gelek girîng e. Divê jin tev li sazkirina siyasetan û çêkirina biryaran bê kirin. Ev proje ji bo xurtkirina tevlêkirina jinan, peydakirina qadeke ewle jê re ji bo ku nêrîna xwe derbirîne, gaveke girîng e.

Di şahiyê de sînevizyonek der barê projeya ku 3 mehan dirêj kiriye de, çalakî û panelên hatine lidarxistin, xalên bingehîn ên perwerdeyê, werşe û beşeke perwerdeyê hate pêşandan.

Dûre endamên komeleyê şanoyek der barê girîngiya tevlêkirina jinan di çêkirina biryaran de û birêxistinkirina rola wê ya siyasî, rola diyaloga civakî, hevkariya di navbera beşên civakê de ji bo ku nûnertiyeke adil û hevseng a jinan di tevahî waran de were bidestxistin, pêşan dan. Di dawiya şahiyê de Koma Harmonî stranên xwe pêşandan.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku însiyatîfa “Vedana dengê te” bang li derbaskirina valahiya di navbera pîvanên navneteweyî û rewşa heyî, bernameyên xurtkirin û fînansekirina jinan li gorî urf û fikarên ewlehiyê, kir.

Însiyatîfê teqezî bi girîngiya lihevkirinên navneteweyî mîna CEDAW, lihevkirina Stenbolê, biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmar 1325 ji bo piştgiriya jinan û sererastkirina qanûnan. Însiyatîfê destnîşan kir ku pêwîstiya herêmên cuda bi piştgiriya edaleta veguhêz, hevbeşiya siyasî, avakirina diyaloga civakî li perav û Siwêdayê, xurtkirina qanûnan û fînanseya domdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê jin tev li sazkirina destûrê û xurtkirina edaleta zayendperestiyê bibin.

(şx)

ANHA