Karwanekî hêzên NYˊyê derbasî gundewarê Siwêdayê bû

Karwanekî hêzên NYˊyê derbasî Siwêdayê bû. SOHR`ê ragihand ku piştî vekşîna hêzên wezaretên parastinê û hundirîn û çekdarên girêdayî wan ji herêmê, komên endazyariyê derbasî herêma Siwêmra bûn.

Karwanekî hêzên NYˊyê derbasî gundewarê Siwêdayê bû
20 tebax, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ragihand ku karwanekî hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêya Izraa-Besir El Herîr-Siwêda derbasî Siwêdayê bû.

Karwanê NYˊyê tevî hêzên leşkerî yên xwecih ên Durzî di gelek gundan û cihan re geriyan û gihaşt gundê El Dewr ê bakurê Siwêdayê. Duh jî bi rêya heman nuqteyê alîkariyên mirovî ketin Siwêdayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku komên endazyariyê yên durziyan, piştî vekişîna hêzên wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz, ketine herêma Siwêmra ya Siwêdayê. Li wir cenazeyên 4 welatiyên durzî hatin dîtin.

(şx)