ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 4 – 2025
22 nîsan, 2025   02:00

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, ewlehî tune çênabe û got "Em dixwazin bi ala şervanên xwe vegerin cih û warên xwe." BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê diyar kir ku çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya naskirina dewleta Tirk bi mafên gelê Kurd pêk tê. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo piştgiriya beşa mirîşkan û xurtkirina hilberîna xwecihî ya herêmê, Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê kooperatîfeke taybet a hilbirîna çêlikan (çûçik) bi navê "mirîşkên dayik” ava kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji 2021’an ve ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê û sînordarkirina belavbûna fikra tundraw, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD’ê 5 operasyonên ewlehiyê li kampa Holê pêk anîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Çapemeniya Kurdî, Zanîngeha Kobanî li zanîngehê semînerkê li dar dixe. Yekîtiya Ragihandina Azad jî saet di 10:30 de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li ya bajarê Qamişlo xelatên Şehîd Mezlûm Bagok belav dike. Desteya Hevpar  a Yekîtiyên Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojava saet di 19.00’an de li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo panelkeê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Qamişlo saet di 11.00’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê dike. Şêniyên Hesekê jî saet 11.00 de ji çerxeriya Kevokê ya taxa Til Hecerê meşekê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xedo ya bajarê Kobanê kurte şanoyek li ser berxwedana Bendava Tişrînê pêşkêş dike. (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk li bajarê Qamişlo Ji bo bîranîna şehîdên Qirkirina Ermeniyan li ber avahiya UNHCR çalakiyek li dar dixe. (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Uqla Îbrahîm li Goristana Şehîdan a bajarê Şedadê oxir dikin. Ji bo şehîd Ebdulhekîm Elwan jî wê merasîmek xiyabî were lidarxistin. (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya roja rojnamegreiya Kurdî, rêxistinên Hesekê û Serêkaniyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) li ser geşedanên îroyîn semînereke der barê rojnamevaniya kurdî li dar dixe. Semîner Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê bê lidarxistin. (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA