12 Partiyan xwest buhayê mazotê were sererastkirin

Derbarê zêdekirina buhayê mazotê de, 12 partî û rêxistinan bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Xweser kir ku mijarê di ber çavan re derbas bikin, barê giran nexin ser milê gel.

12 Partiyan xwest buhayê mazotê were sererastkirin
22 nîsan, 2025   09:11
QAMIŞLO

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê çend roj beriya niha buhayê lîtreyek mazota ku li benzînxaneyan tê firotin (mazota hur), ji 4 hezar lireyê Suriyê derket 6 hezar û 200 lîre. Ev jî di nava de bû sedema rexneyan û tê xwestin ku sedema wê eşkerekirin. 

Heta niha Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê daxuyaniyek an jî agahdariyek fermî nedaye.

Li aliyê din 12 partî û rêxistinan bi daxuyaniyek nivîskî bang li rêveberiya xweser kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku buhabûna mazotê rewşa jiyanî ya gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê giran dike, her wiha di nava gel û rêveberiyê de valahiyê derdixîne û baweriya li hemberî saziyan kêm bike.

Di berdewama daxuyaniyê de buhabûna mazotê hat rexnekirin û ji rêveberiyê hat xwestin ku çareseriyên ku barê welatiyan giran neke peyda bike.

Partiyên ku daxuyanî îmze kirine.  

- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDK-S)

 - Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî)

- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê.

- Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê.

- Partiya Lihevhatina Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê.

- Yekîtiya Karkerên Kurdistanê.

- Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê.

- Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê.

- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê.

- Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Sûriyeyê.

- Tevgera Xwebûn.

- Partiya Azadî ya Kurdistana Azad

(sb/a)

ANHA