ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2025
21 mijdar, 2025   02:00

Hikumeta veguhêz rêyên sereke yên di navbera Qamişlo û Helebê de girtine, vê jî şênî neçar kirin ku rêyên dirêj û xeternak bi kar bînin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li navendên demkî yên li gundewarên Siwêdayê koçber zehmetiyên kêmbûna zêde ya xurek û xizmetguzariyên bingehîn weke av, kehrebe, derman û perwerdeyê dikişînin. BI WÊNE.

Ji dema Heyet Tehrîr El Şam hate ser desthilatê heta niha, 751 jin li deverên di bin kontrola wê de hatin kuştin, revandin an jî windakirin. BI WÊNE.

Bi 125 xebatkarên xwe yên jin re, Ronahî TV ji nûçe heta dosya, bername, pêşkêşî, dublaj û rejiyê di hemû beşên weşangeriyê de, geşedanên li herêmê bi çavê jinan radigihîne. BI WÊNE Û DÎMEN.

Piştî paşguhkirin û zordariya bi dehan salan a li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ronahî TV di 14 salan de di veguhastin û belgekirina bûyeran de bû çavê rastiyê û dengê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dengê pêkhateyên herêmê, berxwedan û têkoşîna wan, ji cîhanê re ragihand. BI WÊNE Û DÎMEN.

Cotkarên bajarê Eyn Îsayê têkildarî kêmbûna mîqdara tovên ji wan re tên dayîn, gazin kirin. Gerînendetiya Çandiniyê jî diyar kir ku belavkirina tovan li gorî plana Desteya Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Qinê destnîşan kir ku êdî sebra wan nemaye, ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Mîhrîcana 5’emîn a Awazên Payîzî ku ji aliyê Navenda Yekpar a Çand û Hunerê ve hatiye amadekirin dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dest pê bike. Mîhrîcan wê heya 24 rojan dewam bike. (16.00) BI WÊNE Û DÎMEN.