Rûsya ragihand ku wê bajarekî Ukraynayê kontrol kiriye

Rûsyayê ragihand ku bajarê Kobyanskê yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê bi temamî xistiye bin kontrola xwe.

Rûsya ragihand ku wê bajarekî Ukraynayê kontrol kiriye
20 mijdar, 2025   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarê Kobyansk ê li bakurê rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Li gorî medyaya Rûsyayê, fermandarê Hêza Rojava Sergei Kozovlev, Serok Vladimir Putin agahdar kir ku hêzên Rûsyayê "rizgarkirina bajarê Kobyansk temam kirine".

Sergei Kozovele bajar wekî "stûnek sereke ya parastina Ukraynayê" bi nav kir.

(bb)