Rewşa gundê Xanim El Elî aram e

QSD’ê ragihand ku rewşa gundê Xanim El Elî yê rojhilatê kantona Reqayê aram e.

Rewşa gundê Xanim El Elî aram e
20 mijdar, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê yê QSD’ê têkildarî rewşa gundê Xanim El Elî yê rojhilatê kantona Reqayê daxuyaniyek weşand.

QSD’ê daxuyand ku pişt êrişa bi obîsan a hêzên hikumeta veguhêz a li ser gund, niha rewş aram e.

QSD’ê diyar kir ku di topbaranê de tu windahiyên mirovî û madî çênebûne.

QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz berpirsê rageşiya vê dawiyê ye û got "Bûyera ku rû daye hewldaneke ji bo derxistina tevliheviyê û xistina jiyana sivîlan nava xetereyê ye."

QSD’ê di dawiyê de diyar kir ku dê li hemberî her êriş û gefên li ser ewlehiya herêmê mafê parastinê bi kar bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di nava vê hefteyê de êriş li dijî gundê Xanim Elî pêk anîn. QSD’ê duh 2 balafirên bêmirov li nêzî heman gundî xistibûn.

(bb)