ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2026
21 tîrmeh, 2026   02:00

Bi avabûna dewleta Sûriyeyê re înkarkirina Kurdan dest pê kir. Bi rejîma Baasê jî înkar û bişaftina Kurdan gîhaşt lûtkeya jor. Lê bi îlana Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re Kurdan wekî hemû qadan, werzîşa xweser jî ava kir.

Şêniyên Tirbespiyê nerazîbûna xwe li hember erebîkirina navên bajar û bajarokan nîşan da û diyar kir ku parastina navên resen beşeke parastina nasname û destkeftiyan de ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin. BI WÊNE Û DÎMEN).

Koma Şehîd Darsî ya Şanoyê di şanoyên xwe de zayendperestiyê rexne dike û têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta baviksalar tîne ser ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Remziye Mihemed got Şoreşa 19`ê Tîrmehê di heman demê de şoreşa `Jin, Jiyan, Azadî` ye û wê jin bi ruhê şoreşê têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gundê Dêrna Axê yê Çilaxayê ji bo şehîd Kurdistan, Koçerîn û Xalid Cûdî taziye tê qebûlkirin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).