Ciwanekî Kurd li ser benda kontrolê ya Reqayê hat girtin

Li Reqayê ciwanekî Kurd li ser benda kontrolê ji aliyê hêzên ewlekariya hundirîn ve hat girtin.

Ciwanekî Kurd li ser benda kontrolê ya Reqayê hat girtin
20 tîrmeh, 2026   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanek bi navê Egîd ji gundewarê Efrînê ye, vê sibehê dema ji Reqayê diçû Qamişloyê li ser benda kontrola Hemrat a Reqayê  hat girtin.

Çavkaniyên xwecin diyar kir ku hêzên li bendeke kontrolê Egîd bi tawana ku şervanekî QSD‘ê ye ji erebeyê daxistin û li pêşiya çavên rêwîtiyan lê dan, piştre wî birin navendê da ku lêpirsînê temam bikin.

Li gorî çavkaniyan, Egîd ji bajarê Helebê diçû Efrînê da ku di xwaringehekê de bixebite û debara malbata xwe bike û  dane zanîn ku Egîd heya niha girtî ye.

Çavkaniyan bi bîr xistin ku di 2 hefteyên borî de bi dehan ciwanên Kurd li ser heman bendî hatin girtin.

(bb)