ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-05-2026
21 gulan, 2026   02:00

- Endamê Rêveber ê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Sînan Seydûş got yekitiya Kurdan dê ziman, hiqûq û hebûna gelê Kurd biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

- Lêkolînera ji Misirê Sûha El Bexdadî got eger mafên jinan di destûra Sûriyeyê de mîsoger bibin, dê Sûriyeyeke adil û aram ava bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Koçberên gundewarên Siwêdayê di rewşeke zehmet de ne û piştî mal û milkên xwe ji dest dane, çetin bûye ku vegerin warê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Mamosteya malnişîn Anahîd Yûsif di sala 2019`an de dest bi projeya hişkirina fêkiyan kiriye û li Sûriyeyê bû yek ji 5 jinên pêşeng. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xwendekarên Fakulteya Petrokîmyayê ya Zanîngeha Rojava bal kişand ser girîngiya naskirina zimanê kurdî û bawernameyên Zanîngehên Rojava û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo hemû civakên li Sûriyeyê mafekî rewa ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xwendekarên Zanîngeha El Hewaş a Taybet ya Humsê bi biryarên li hember biryara dûrxistina xwendekaran ji ezmûnan, nerazîbûna xwe anî ziman. Xwendekaran rêveberiya zanîngehê bi "keyfî û nebûna zelaliyê" tawanbar kir.

- Di çarçoveya proseya vegera koçberên Efrînê li warên xwe de sibe koma şeşemîn, ji Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo, vedigerin Efrînê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Kongra Star ji dayikên şehîdên YPJˊê re li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê rûniştinekê li dar dixe, saet 10.00ˊan.

- Partiyên siyasî yên Qamişlo, Kobanê û Dêrikê têkildarî temsîliyeta Kurd û jinan di desteyên hilbijartinên yên "Meclisa Gel" a hikumeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyan didin, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Yekitiya Mamosteyan li hola "Mala Şîn " li txa Xerbî ya Qamişloyê çalakiyeke hunerî li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiyên siyasî yên Rojava li bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê li dijî siyasetên biçîkirina cotkaran û lawazkirina aboriya neteweyî û daxwaza diyarkirina bihayekî adilane ji bo genim û berdewama çandiniyê çalakiyan li dar dixin, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, HRRKˊê şevbuhêrkek helbestî li navenda xwe ya Qamişloyê li dar dixe, dûre pirtûka nivîskar Yasmîn Ebas tê îmzekirin, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN