Sûha El Bexdadî: Pirsgirêka mafên jinan mijara avakirina Sûriyeya nû ye

Lêkolînera ji Misirê Sûha El Bexdadî got eger mafên jinan di destûra Sûriyeyê de mîsoger bibin, dê Sûriyeyeke adil û aram ava bibe û da zanîn ku pirsgirêka mafên jinan mijara avakirina Sûriyeya nû ye.

Sûha El Bexdadî: Pirsgirêka mafên jinan mijara avakirina Sûriyeya nû ye
21 gulan, 2026   03:25
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Rojnamevan û lêkolînera kar û barên erebî û navneteweyî Sûha El Bexdadî têkildarî siberoja siyasî û destûrî ya Sûriyeyê ji ajansa me  (ANHA) re axivî.

Sûha El Bexdadî diyar kir ku doza mafên jinan li Sûriyeyê ne tenê daxwazeke ji rêzê ye ku jinan tenê eleqedar dike, lê mijareke bingehîn a avakirina Sûriyeya nû ye.

Sûha El Bexdadî destnîşan kir ku di krîza Sûriyeyê de jinan îsbat kir ku dikarin li ber xwe bidin û di aliyê civakî, siyasî û mirovî de berpirsyariyê hilgirin.

Sûhayê anî ziman ku di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan di edalet, wekhevî û hemwelatîbûnê de mîsoger bibin û neyên paşguhkirin û got: "Eger mafên jinan, bi taybetî mafên perwrede, kar û beşdariya siyasî û parastina wan ji tundiyê di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin dê li Sûriyeyê siberojeke adil û aram çêbe. Jin di avakirina dewlet û civakê de tevkarên bingehîn in, divê temsîla wan di navendên biryardanê de werin mîsogerkirin."

Sûha El Bexdadî di dewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku di gelek çalakiyan de bang hat kirin ku divê rola jinan di saziyên dewletê de hebe û jin tev li xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê bibin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Eger jin tev li pêvajoya siyasî û destûrî ya Sûriyeyê bibin dê aştî û aramî li Sûriyeyê çêbin. "

Sûhayê bal kişand ser ezmûna Misirê ya pêşxistina hebûna jinan di saziyên dewletê û jiyana giştî de û wiha domand "Vê ezmûnê îsbat kir ku beşdariya jinan di hemû qadan de ne li dijî istiqrara civakê ye, lê belê dihêle ku pêşketin û aramî çêbibin, di heman demê de hevgirtina dewletê tê parastin. "

Sûha anî ziman ku dema ku jin derfeteke adilane bi dest dixe, dibe tevkareke rasteqîn a avakirina zanîn û siberojê.

Sûhayê di dawiyê de da zanîn ku siberoja Sûriyeyê nabe ku bêyî dengê jinên Sûriyeyê were avakirin û got,  eger jin tev li pêvajoya siyasî û destûrî nebin dê aştî û aramî li Sûriyeyê çênebe.

Lêkolîner û rojamevan Sûha El Bexdadî kar û barên erebî û navneteweyî lêkolîn dike. Bi nivîs û analîzên xwe yên li ser pevçûnên li Rojhilata Navîn tê naskirin.

 (np)

ANHA