Şêx El Hicrî: Pabendî pransîban bin û hevgirtina navxweyî xurt bikin

Şêx Hikmet El Hicrî bang li xelkê Siwêdayê kir ku pabendî pransîban bin û hevgirtina navxweyî xurt bikin, her wiha di rojên cejnê de rêûresmên olî tenê li cihên taybet bikin.

Şêx El Hicrî: Pabendî pransîban bin û hevgirtina navxweyî xurt bikin
20 gulan, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî di van rojên pîroz de peyamek da xelkê Siwêdayê, li ser rewşa heyî, zehmetiyên ewlehî û mirovî axivî.

El Hicrî daxuyaniya xwe bi dilsoziya bi şehîdên Cebel Başan, duaya şîfakirina birîndaran û windabûyan re dest pê kir û soza rizgarkirina gundên hatine dagirkirin û vegerandina mafên şêniyan dubare kir.

El Hicrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Cebel Başan bi hişmendiya civaka xwe û girêdana xwe îro hewldanên dorpêça aborî û siyasetên felckirina saziyên wê derbas dike û destnîşan kir ku bijarteya azadî û mafên çarenûsê ne cihê bazariyê ye û rûmeta Cebel di ser her tiştî re ye û wesayeta derve bi tundî red dikin.

Di dewama daxuyaniya xwe de El Hicrî pesna hişmendî û zanabûna şêniyan da ku di veguhastina rastiyan bo aliyên navneteweyî de bi ser ketin û ew bi civaka navneteweyî re hewldanên girtina tedbîrên rawestandina binpêkirinan û bidawîkirina dorpêçê dikin.

Şêx El Hicrî pabendbûna xwe ya ji bo hesabpirsîna hikumeta demkî ji ber binpêkirin û tawanên wê yên li gorî qanûna navneteweyî dubare kir û diyar kir ku armanca wan a yekser ew e ku êrîşkaran neçar bikin ku çareseriya navneteweyî ya ku di agirbesta Tîrmeha 2025ˊan de pêk hatiye bi vegerandina revandiyan û rizgarkirina gundên dagirkirî bicîh bînin.

Şêx El Hicrî silaveke taybet ji dewleta Îsraîlê hem hikumet hem jî gelê wê re û ji cîhana azad re ku piştgirî da wan.

Di dawiyê de û bi boneya nêzîkbûna cejnê ligel şert û mercên awarte şêx Hikmet El Hicrî bang kir ku pabendî pransîban bin û hevgirtina navxweyî xurt bikin û ji bo rêzgirtina li hestên malbatên qurbaniyan divê rêûresmên olî tenê di cihên taybet de bin û hêvî kir ku ev cejn bibe cihê şahî, serkeftin û serxwebûna tevahî.

(fr)