Artêşa Tirk gundê Guherzê topbaran kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê yê li binarê çiyayê Metîna yê li sînorê bajarokê Amêdiyê, bi 4 guleyan topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Guherzê topbaran kir
19 îlon, 2024   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsʹê, di danê êvarê de artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Guherzê yê li binarê çiyayê Metîna li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir.

Her wiha hate diyarkirin ku 4 guleyên topan li navenda gundê Guherzê ketine, lê der barê ziyan û zirarên topbaranê de tu agahî nehatine belavkirin.