ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 3 – 2025
20 adar, 2025   02:00

Hevserokê Desteya Parastinê destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû xetên sor derbas kirine û banga rawestandina êriş û komkujiyên li dijî sivîlan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar Naîma Hesen destnîşan kir ku deshilata Şamê rejîmeke otorîter ava dike ku hemû pêkhateyan û jinan ji prosesên biryardayînê dûr dixe û got "Çi destûra ku jinan dûr bixe, bi tu awayî nayê pejirandin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber hişkesalî û guherîna avhewayê cotkarên Şedadê rûbirûyî zehmetiyên mezin in. Vê yekê zirareke mezin da berhemên bejî, lê bi saya bikaranîna bîran û enerjiya tavê berhemên avê hilberîneke navîn pêk tînin.

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze aramiya herêmê têk bibe da ku herêmê dagir bike.

Hevseroka Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehba diyar kir ku li gel hebûna çeteyan ewlehî li Efrînê tune ye û got: "Ji bo vegereke ewle pêk were, divê Efrînêa bi garantiya navneteweyî vegerin û gel li benda mizgîniya vegerê ye."

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê li qada geracê ya Qamişloyê agirê Newrozê pê dixe, (20:00), xelkê bajarê Amûdê li ser Girê Şermola agirê Newrozê pê dixe, (08:00), xelkê Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat agirê Newrozê pê dixe, (20:00), her wiha xelkê bajarên Qamişlo û Tirbesiyê Newrozê pîroz dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de, malbatên şehîdan ên bajarên kantona Cizîrê serdana goristanên şehîdan dikin û kulîlkan datînin ser gorên şehîdan, (07:00). BI WÊNE Û DÎMEN