Ji serokê Giştî yê CHP’ê bang: Roja yekşemê rabin ser piyan

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bang li sed hezaran kesên ku li Saraçhane li hev civiyan kir ku roja yekşemê rabin ser piyan û got, “Rabin û vî welatî rizgar bikin.”

Ji serokê Giştî yê CHP’ê bang: Roja yekşemê rabin ser piyan
19 adar, 2025   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û kesên pê re di saetên siharê de hatin binçavkirin, bi sed hezaran kes li Saraçhane ku Şaredariya Bajarê Mezin lê ye li hev civiyan.

Girse dirûşmeyên, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Hikûmet îstîfa”, “Roj were wê AKP’ê hesabê bide gel”, “Tayîp îstîfa” berzkirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li vê derê bang li girseyê kir û got, “Navê bûyerê ku ji duh ve diqewime heye. Ev hewldana darbeyê ye.”

Ozel diyar kir ku Destûra Bingehîn ku her roj bêfonksiyon tê hiştin bi temamî hatiye rawestandin û bang gel kir ku roja yekşemê rabin ser piyan û got, “Rabin û vî welatî rizgar bikin.”