‘Destûra ku jinan dûr bixe bi tu awayî nayê pejirandin’

Siyasetmedar Naîma Hesen destnîşan kir ku deshilata Şamê rejîmeke otorîter ava dike ku hemû pêkhateyan û jinan ji prosesên biryardayînê dûr dixe û got "Çi destûra ku jinan dûr bixe, bi tu awayî nayê pejirandin.”

‘Destûra ku jinan dûr bixe bi tu awayî nayê pejirandin’
20 adar, 2025   03:45
QAMIŞLO

Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Naîma Hesen têkildarî "Danezana Destûrî" ya desthilata Şamê ku ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê ye, bi taybet ne li gorî têkoşîna jinan e, ji ajansa me re axivî.

Naîma Hesen got: "Danezana Destûrî ya nû, rê vedike ku welat vegere xala destpêkê. Her wiha destnîşan kir ku Danezana Destûrî bi temamî berovajî prensîbên welatîbûnê ye, cihêkariyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de li ser bingeha etnîkî û olî pêk tîne, û derfeta avakirina Sûriyeyeke bêedalet zêde dike.”

Naîma Hesen diyar kir ku jinên Sûriyeyê di wê hêviyê de bû ku "hikumeta demkî" bibe xwediyê rêgezeke nû ya demokratîk, lê destûra ku hatiye ragihandin ev hêvî şikandin, ji ber ku hemû pêkhateyên civakê li derve hiştin, nekarî mafên Kurdan pêk bîne û jin bi tevahî li derve hiştine.

Her wiha da zanîn ku jinan di şer de fedekariyên mezin kirine, rastî her cure zext û îşkenceyê hatine û heta ku gihiştine asta şehadetê ji bo azadiyê xebat kirine, lê tevê wilo jî, hikûmeta El Colanî îro hatiye û jin bi temamî dûr xistine û di nava malê de hiştiye.

‘REJÎMEKE NÛ YA OTORÎTER AVA DIKE’

Naîma di wê baweriyê de ye ku "Danezana Destûrî" ya desthilata Şamê dewleteke demokratîk ava nake, lê belê rejîmeke otorîter ji rêjîma Baas jî xerabtir ava dike, beşdariya jinan di asta herî kêm de ye, û ew nûneriya jinên sûriyeyî nake, tenê nûneriya jinên ku di bin serweriya mêr de ne dike.

Wê destnîşan kir ku ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye modelek ku divê were şopandin, ji ber ku jinan di hemû qadan de xwe îspat kirine, bûne pêşengên şoreşê û bi taybet di pergala hevserokatiyê de serkeftinên girîng bi dest xistine.

BANGA YEKKIRINA XEBATÊN JINAN

Naîma Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Sûriyeyê û civaka sivîl kir ku ji bo destûreke demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne, dadmendî û wekheviyê misoger bike û mafên jinan ên siyasî, çandî û civakî biparêze, tê bikoşin.

Naîma Hesen got divê jinên li hundir û derveyî Sûriyeyê bibin yek û ji bo mafên xwe tê bikoşin û avakirina civakeke dadperwer ku tu kesî dûr naxe, misoger bikin.

(k)

ANHA