ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2025
19 kanûn, 2025   02:00

Rewşenbîrên bajarê Til Temirê destnîşan kir ku nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk projeyeke gihaştî ya çareseriyê ye û got eger dewleta Tirk xwedî lê derkeve, ev nêrîn ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde derfetek e. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber hişkesalî û bihabûna êm, gelek zehmetiyên giran li pêşiya sewalvanan derdikevin. Nivîsgeha Sewalvaniyê dest bi serjimariyeke giştî û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo sewalvanan kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Ermenên li Dirbêsiyê hewl didin bi hebûna xwe ya çandî nasnameya xwe di nava civakê de bidin rûniştandin û vê yekê wek erkeke dîrokî û berpirsyariya li hemberî nifşên bê dibînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê de ji ber zêdebûna bikaranîna zimanê nefretê, zehmetî di pêkanîna aştiya civakî de derketine. Hikumeta veguhêz di daxuyaniyên xwe de girîngî nedaye vê mijarê, nexasim ku li şahiyên fermî zimanê nefretê li dijî pêkhateyên Kurd, Durzî û Elewî tê bikaranîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevreyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Sorgul Şêxo û Osman Bulut destnîşan kir ku kesayetên wan xwedî taybetmendiyên cuda bûn û wan Cîhan û Nazim bi havîzeya Rojavayê Kurdistanê bi nav kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) nûçegihana me Cîhan Bîlgîn, rojnameger Nazim Daştan û Rizgar Adanmiş di salvegera şehadeta wan de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi bîr tîne, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê şahiya îmzekirina berhemên nivîskar Helîm Yûsif li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN