El Hicrî: Em bi mafê xwe yê çarenûsê ve girêdayî ne

Şêx Hikmet Selman El Hicrî bi daxuyaniyekê bal kişand ser pêşdeçûnên rewşên ewlehî û mirovî li herêma Başan û diyar kir ku ew bi mafê xwe yê çarenûsê ve li gorî qanûnên navneteweyî girêdayî ne, qirkirin, mezhebperestî û binpêkirinên li dijî sivîlan red dikin.

El Hicrî: Em bi mafê xwe yê çarenûsê ve girêdayî ne
18 kanûn, 2025   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet Selman El Hicrî bi daxuyaniyekê befireh bal kişand ser pêşdeçûnên ewlehî, mirovî û siyasî yên li herêma Başan û diyar kir ku ew bi mafê çarenûsê ve li gorî qanûnên navneteweyî girêdayî ne, tevahî şêweyên qirkirinê û mezhebperestiyê red dikin û bang li şêniyên taîfeyê kir ku yekitiya xwe ava bikin, bi sebir û dîsplîn bin.

El Hicrî di destpêka daxuyaniya xwe de behsa par kir û diyar kir ku digel berdewama zehmetî, êriş û dorpêçê, par ji salên tevî zehmet di ser şêniyan re derbas bû.

El Hicrî anî ziman ku hilweşîna rejîma berê rewşa binpêkirinan neguhert, li şûna wê komên polîtarîze û tundrawî cih girtin. El Hicrî diyar kir ku sûc û komkujiyên pêk hatine nexasim di "Tîrmeha reş" de yek ji hovantirîn sûcên li dijî sivîlan bû, tevî wan sûcan mal hatin şewitandin, şelandin û qedexe bû şênî vegerin gundên xwe.

Di berdewama axaftina xwe de El Hicrî destnîşan kir ku şênî neçar bûn ku parastina xak, rûmet û hebûna xwe bikin û ragihandian daxwaza serxwebûnê ji bo parastina rûmetê û aştiyê hat kirin. Ev daxwaz xwe dispêre mafê çarenûsê ku di navneteweyî de garantîkirî ye û li gel ku vîna gel yek e dev ji vê daxwazê nayê berdan.

El Hicrî banga yekitiya arasteyê, pevguherîna baweriya bi rêveberiyê kir û hişyarî ji bo gengeşî, tolhildan û tohmetên xiyanetê da û diyar kir ku divê pêşîn li hember berdewama revandin, windabûn, bombebaran û dorpêçê were sekinandin. Li kêlek wê jî bang li aliyên derveyî herêmê kir ku dev ji dijimantiya li dijî şêniyan berdin, ji ber ku xelkê Başan rewşa xwe baş dizanin.

Têkildarî rewşa hundirîn jî, El Hicrî tevahî karên derveyî qanûnê red kirin û daxwaza kir ku hesab ji xayîn û terorîstan û her kesê destdirêjiyê li dijî milkên giştî û taybet bike yan jî bazirganiya bi qûta mirovan bike yan jî fitneyê derxe, were xwestin. El Hicrî anî ziman ku "Kî xiyanetê bike ne ji me ye" û kesên "xwefiroş" ên ku hewl dane xerabiyê bikin ji dozgeriyê re hatin rakirin.

El Hicrî berdewama tehrîda taîfî û êrişên li dijî pêkhateyan nexasim ên li dijî Elewiyan û Xiristiyanên li Hums û peravê çêbûne, êrişên berdewam ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku van binpêkirinan rawestîne. El Hicrî diyar kir ku ew di redkirina zordariyê de piştgiriyê didin mafên Kurdan û xelkê perava Sûriyeyê.

(fr)