Peykerekî Xiristiyanan hat talankirin

Peykerê Pawlos ê ji ber Dêra St. Paul li taxa Bab Şerqî ya Şamê hat talankirin.

Peykerekî Xiristiyanan hat talankirin
19 kanûn, 2025   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Peykerê Pawlos ê pexember ê li ber Dêra St. Paul a taxa Bab Şerqî ya Şamê hat talankirin. Şahidan got, peyker ê kêliyek girîng di dîroka Xiristiyaniyê de temsîl dike, ji cihê wê hatiye rakirin û dizîn. 

Heta niha ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û dêrê ve der barê bûyerê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Lê, çalakvanên li ser medyaya civakî destnîşan kir ku talankirin ji ber sedemên olî yên tundrew ên ku sembolên Xiristiyan hedef armanc hatiye kirin.

PÊNASEKIRINA PEYKER

Peykerê Pawlos ê pêxember li pişt Deriyê Rojhilat (Bab Şerqî) li Şama Kevin e. Peykerekî bronz e, kêliya ku Pawlos dibe Xiristiyan nîşan dide.

Peyker ku sembola baweriya Pawlos û hêza veguherîna wî ya giyanî ye yek ji nîşaneyên herî girîng û sembolîk ên dîroka destpêkê ya Xiristiyaniyê li Şamê ye.

(b)

ANHA