ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2023
20 kanûn, 2023   02:00

Şêx û rûspiyên êlên kantona Reqayê destnîşan kir ku armanca hedefgirtina fermandarên ‎QSD`ê û kesayetên civakî li Dêrazorê, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye û diyar kir ku ‎helwesta êlên Ereb diyar e ku dagirkirinê red dikin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê, şêniyên kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên ‎Helebê zehmetiyên giran dikişînin. Rûsiyên êla El Wehib ên li Reqayê got di encama vê dorpêçê ‎de dê karesateke mirovî rû bide.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hunermendên şêwekar ên sempozyuma “Firat û Reng 2” a li kantona Reqayê destnîşan kir ku li ‎Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya hunerê zehmetî derketin, lê piştî rizgarkirina ‎deveran êdî huner hat vejandin. Her wiha wan diyar kir ku hunermend bi tablo û xêzên xwe ‎rastiyê dixemlîne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sebîha Mihemed ji bo ku debara malbata xwe peyda bike, fêrî sererastkirina papûr û sobeyan ‎bûye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li goristana şehîdan a kantona Tebqayê konê çalakiyê vedide, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ′Yekitiya Sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û misogeriya pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye′ MSD′ê kongreya xwe ya 4′an li kantona Reqayê li dar dixe, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de li Hesekê çalakiya konvedanê bi 2 rojan li taxa Kelasê ya Hesekê tê vedan, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Werzîşê ya Kantona Tebqayê turnuvaya herêmê ya hêza bedenî li meclisê dest pê dike, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Sona ya Qamişloyê dest pê dike, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya Platforma Jina Ekolojîk a Rojava ya bi banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan li Parka 19′ê Tîrmehê ya Qamişloyê dewam dike, saet 15:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA