Beşdarên sempozyumê: Bi tabloyên xwe em kultûrê xurt dikin

Hunermendên şêwekar ên sempozyuma “Firat û Reng 2” a li kantona Reqayê destnîşan kir ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya hunerê zehmetî derketin, lê piştî rizgarkirina deveran êdî huner hat vejandin. Her wiha wan diyar kir ku hunermend bi tablo û xêzên xwe rastiyê dixemlîne.

Beşdarên sempozyumê: Bi tabloyên xwe em kultûrê xurt dikin
20 kanûn, 2023   04:40
REQA
MIHEMED XELÎL

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê di 13'yê Kanûnê de sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya "Firat û Reng 2" li dar  xist û di sempozyumê de şêwekarên ji hemû deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn

Hin hunermendan der barê sempozyumê de ji ajansa me re axivîn.

Şêwekar Şaban El Îdo got: "Ez di sempozyuma Firat û Reng a yekemîn û ya duyemîn de li bajarê Reqayê beşdar bûm, her wiha di gelek sempozyumên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî beşdar bûm."

El Îdo wiha domand: "Ez bi 2 tabloyan beşdarî vê sempozyumê bûm. Yek li ser taxeke gelêrî ya dema bav û kalên me ye û ya din li ser heriya ku kalên me berê bi kar dianîn e."

El Îdo destnîşan kir ku li pêşiya hunera şêwekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetî derketin û ew bi carekê hat rawestandin, lê belê niha ew huner pêş ketiye û êdî li pêşangeha salane ya li Qamişlo cih digire. Ji 180 heta 200 hunermendên ji seranserî Sûriyeyê û li ser astên bilind beşdar dibin.

Der barê zehmetiyên li pêş hunerê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketine de El Îdo got: “Li pêşiya me gelek pirsgirêk derketin, ji wan kêmbûna pêşangehan û belavnekirina tabloyên me, lê bi rêya vê pêşangehê dê bal li ser tabloyên hunermendan ên li ser kultûra bav û kalan bê kişandin.”

Her wiha hunermend Nahid El Hindî got: “Di sempozyuma Firat û Reng de ev beşdariya min a yekemîn e ku 30 hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 7 hunermendên şêwekar beşdar in. Ji bo vê sempozyumê amadekarî baş hat kirin.”

Nahid El Hindî wiha zêde kir: “Ji dema rizgarkirina Reqayê de hunermendên şêwekar li derveyî bajêr bûn, me di şer de zehmetî kişandin û piştî ku em vegerîn Reqayê me xwest em bajarê xwe bi rêya hunerê pêş bixin û nameyeke aştî û hezkirinê ji bo cîhanê nîşan bidin. Ev tev bi alîkariya karmendên Desteya Çandê ye.”

Nahid El Hindî destnîşan kir ku îsal gelek mijar hatin pêşandan, lê ya herî zêde jîngeha herêma Firatê bû û wiha dewamî da axaftina xwe: "Ez bi tabloyeke portrê ya li ser semboleke Reqayê, nivîskar û fîlozof û bijîşk Ebdulselam El Icêlî beşdar bûm."

Nahid wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hunermendên şêwekar ji civakê giştî re peyama hezkirin û aştiyê nîşan pêşkêş dikin."

(mh)

ANHA