′Neteweya demokratîk ji bo pirsgirêkên heyî çareserî ye′

PYD'ê ya kantona Minbicê di rûniştineke diyalogî li hola Meclisa Rêveber a bajêr de rola neteweya demokratîk di çareserkirina pirsgirêkan de şîrove kir.

19 kanûn, 2023   22:16
MINBIC

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona  Minbicê rûniştineke diyalogî li dar xist û di rûniştinê de bi beşdariya endamên PYD'ê û Partiya Sûriya Pêşerojê, meclisên Idlib û Minbicê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê û Meclisa Edaleta Civakî neteweya demokratîk hate şîrovekirin.

Di serî de seroketiya Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Asye El Hisên aliyê çandî yê neteweya demokratîk şîrove kir û got: "Aliyê çandî beşek sereke ji avabûna neteweyê ye û çand hişmendiya klasîk û ya rastî ya civakan nîşan dide, her wiha ol, felsefe, mîtolojî û beşên din ên zanistê jî beşek ji çanda civakê ne. Di dema avakirina netewe-dewletê û avakirina neteweyan bi destê wê dewletê de, çand rastî windakirin û binpêkirinan hat."

Asye El Hisên wiha domand: "Neteweya demokratîk hewl dide xwe ji nû ve ava bike û piştî tevger û şoreşan çand dîsa derket holê ku wan şoreşan jî hewl da dîrok û çanda rastîn vejînin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Mihemed El Nasir der barê xweparastinê de got: "Modernîteya katalîzmê ne tenê bi çek û balafiran, her wiha ew di aliyê çandî, zimanî û exlaqî de şer dike. Li hember vê avakirinê pergaleke parastinê ya çandî û îdeolojî û zimanî pêwîst e, ji ber ku pere û çek xweparastinê ava nakin."

Endama Meclisa Perwerdê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Zehîde Îshaq li ser berserxwebûna aborî û jiyana civakî axivî.

Endamê Meclisa Edaleta Civakî Mazin Betran der barê aliyê qanûnî de got: "Qanûn bi derketina dewletê re derket, lê belê rêxistinkirina qanûnî ji berî hezar salan de bi teşeyê nirx û bingehên exlaqî heye. Hemû qanûnên dewletê yên di dîrokê de tenê desthilatên ku ew qanûn danîne diparêze. Divê em jî ne qanûnên ku bûne amûrên modernîteya kapîtalîmzê, lê belê nirxên exlaqî biparêzin."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El Ebo jî li ser aliyê dîplomasî axivî.

Rêveberiya nivîsgeha rêxistinî ya PYD'ê Rîm Derwêş li ser aliyê hevjiyana azad axivî û got: "Çareseriya hemû krîz û pirsgirêkên ku îro em dijîn, di lêgerîna welatekî li ser avakirina wekhevî û hevjiyana azad a navbera mêr û jin de ye. Ger me xwe gihand wê yekê, dê ev welat bibe bihuşt."

Rîm Derwêş di dawiya axaftina xwe de got: "Ev yek tenê bi rêya rizgarkirina jinan ji baviksalariyê ya hezar salan û rizgarkirina zilaman ji vê hişmendiyê tê pêkanîn. Ev hişmendî bûbû sedema şer û talan û xerabiyê, wê demê em ê bigihîjin jiyaneke bê krîz û roja azadiyê bibînin."

(mh)

 ANHA