ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2023
20 mijdar 2023   02:00

Nivîskar Îslam Deyf destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelan dike û got: "Ev fikr di serkeftina tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, îsbat kir ku dikare ji aloziyên li herêmê re bibe çareserî.′′ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera yekemîn a şehadeta nûçegihanê me Îsam Ebdullah de, hevreyên wî soza domandina lêgerîna li heqîqetê û parastina nirxên civakê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parka Rêber Abdullah Ocalan  a li Til Koçerê meqseda tevahî şêniyan e. Li parkê semînerên bi mijdarên cuda têne dayîn û hewlên vekirina pirtûkxaneyekê li parkê tên kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya aboriyê her ku diçe kûrtir dibe. Bi hatina zivistanê re piraniya welatiyan nikarin mazotê peyda bikin. Li gelê wî pêdiviyên xwarinê buha ne.

Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Nivîsgeha Parastina Zarokan bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê û bi durişma ′Zarokên me kupikên pêşerojê ne′ li navenda Çand û Hunerê ya bajêr festîvalek tê lidarxistin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Herêma Firatê bi hevkariya Desteya Jin a Herêma Firatê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê û bi durişma ′Bi hev re ji bo pêşxistina mafên zarokan ku pêşerojek ronak ava bikin′ şahiyekê li hola Firatê ya Kobanê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Amûdê sersaxiyê dide malbata gerîlayê HPG′ê Adîsa Munzur (Canda Şêxmûs) li hola Cano ya Amûdê, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên heyî li Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa civîneke girseyî li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê li Meclisa Herêma Rojhilat der barê tundiya li ser jinan de semînerekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê Kîsra meşekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Teqil Beqil li Yarîgeha Kornîş a Dêrikê merasîmekê li dar dixe, saet 11:00′an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarêde meşekê li dar dixe. Kombûna gel li Qada 7  Şehîdan a li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê ye, saet 15:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA