Konferansa Modernîteya Demokratîk bi dawî bû

Konferansa Modernîteya Demokratîk ku gelên berxwedêr ên li Ewropa, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê anî ba hev, bi banga mezinkirina hevgirtina enternasyonal û qadên hevpar ên berxwedanê bi dawî bû.

Konferansa Modernîteya Demokratîk bi dawî bû
19 mijdar 2023   21:27
NAVENDDA NÛÇEYAN

Konferansa ku ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi dirûşmeya “Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” di navbera 17-19’ê Mijdarê de li bajarê Basel ê Swîsreyê hat lidarxistin, bi dawî bû. Nûnerên gelek sazî û gelên cuda ji Ewropa, Efrîqa, Emerîkaya Latîn û Asyayê beşdarî konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin, bûn.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêbazên rizgarbûna ji krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha ji bo valahiyên di navbera tevgerên cuda yên li parzemînên cuda de bên dagirtin, perspektîf bên pêşxistin û xetên berxwedana stratejîk bi hev re bên avakirin, nîqaşên girîng hatin kirin.

PANEL HATIN LIDARXISTIN

Di roja dawî a konferansê de bi sernavên “Fikra sosyalîzmê: Ber bi nûbûnekî ve”, “Sedala 21’an: Serdema Şoreşa Jinê”, “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye”, “Rêxistinbûn û enternasyonalîzm”, “Li Kolombiyayê avakirina hêza gel”, “Li Fîlîpînê perspektîfên rêxistinbûna şoreşgerî” û “Destkeftî, zehmetî û perspektîvên Tevgera Azadiya Kurdistanê” panel hatin lidarxitin.

DIVÊ JIN Û CIWAN BIBIN PÊŞENG

Di axaftinên panelan de pirsgirêkên gelên berxwedêr hatin nîqaşkirin û li ser rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan hate sekinandin.

Di nîqaşan de bal kişandin ser bandorên pergala kapîtalîst û baviksalarî ya li ser jin û ciwanan û hate destnîankirin ku divê jin û ciwan di avakirina cihana nû de û di mezinkirina têkoşîna enternasyonal de zêdetir bi rola xwe rabin.

Ji xeynî panelan, peyama bi dîmen ku ji Rojava hatibû, hate pêşandan. Di peyama Rojava de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa gelan e û hat gotin ku ji bo parastina şoreşê pêwîstî bi hevgirtina enternasyonal heye.

PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN RÊYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDE

Di nîqaşên 3 rojan de weke encam ji bo çareseriya pirsgirêkan bal kişandin ser girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk û neteweya demokraîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Konferansa ku gelên cuda ji 4 parzemînan anî ba hev, bi banga mezinkirina hevgirtina enternasyonal û qadên hevpar ên berxwedanê bi dawî bû.