Li Den Haagê qedexeya PKK’ê hate protestokirin

Rêxistinên Tevgerên Ciwanên Kurd, zextên dewletên Ewropayê yên li ser Kurdan ên ji ber qedexeya PKK'ê, bi meşekê heta Konsolosxaneya Almanyayê protesto kirin.

Li Den Haagê qedexeya PKK’ê hate protestokirin
19 mijdar 2023   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên Tevgerên Ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin ba hev. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) tevlî meşê bûn.

Meş ji qada Carnegîepleîn hat Konsolosxaneya Almanyayê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e“ û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Ciwanan li ber Konsolosxaneya Almanya bi zimanê Ingilîzî û Hollandî daxuyanî xwend.

Ciwanan meşa li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê silav kir û durûtiya welatên Ewropayê protesto kirin.