ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-9-2025
19 îlon, 2025   02:00

Endamê ‘Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ Saruhan Oluç têkildarî rexneyên li ser derengmayîna komîsyonê ji ajasna me re axivî û got “Dema 1’ê Cotmehê meclis vebû, komîsyon dê pêşniyarekê bide meclisê û diyar bibe bê ka karê xwe dike. Lê dema pêşniyarek neda meclisê, em dikarin bêjin vî karî dereng dixe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê qebîleya El Cibûr şêx Elî Hemad El Eseed anî ziman ku nameya Rêber Abdullah Ocalan sînorê Sûriyeyê derbas kiriye û got nameyê qîmet û girîngiya qebîleyan zindî kir ku di serdema rejîma Baasê de hatibû paşguhkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê amadekariya lidarxistina “hilbijartinên parlamentoyê” dike. Ev hilbijartin bêyî misogeriyeke demokratîk tên lidarxistin. Dê ev hilbijartin tenê li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz de pêk werin. Ev yek jî gumanên li ser hilbijartinan zêdetir dike.

Rewşa mirovî ya zehmet a li kampa koçberên Girê Spî bandorê li perwerdeyê jî dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo domandina perwerdeya xwendekaran di nava hewldanan de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û çalakvanan got divê destûreke nîştimanî ya berfireh ku ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were nivîsandin û cihêrengiya çandî û civakî mîsoger bike, were sazkirin û Sûriyeyê li ser esasên nenavendîbûnê were avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN