Eşîrên Ereb ên Cizîrê: Nameya Rêbertî banga aştî û biratiyê ye

Şandeya Desteya Rûspiyan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan nameya Rêber Abdullah Ocalan gihand serokeşîrên Ereb û destnîşan kir ku dîrok û çarenûsa hevbeş ji hemû hewldanên fîtneyê xurtir e.

18 îlon, 2025   22:37
QAMIŞLO

Şandeya Hevbeş a Desteya Rûspiyan û Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan nameya Rêber Abdullah Ocalan gihandin rûspî û serokeşîrên eşîrên Ereb. Şande li bajarên Dêrik Çilaxa û gundewarê Girkê Legê geriya. Eşîran bi awayekî erênî û coşeke mezin pêşwaziya şandeyê û nameya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Nameya Rêbertî banga aştî, biratî û hezkirina gelan e."

Şande ji Desteya Rûspiyan û Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî emîrê qebîleya Zubeyde, serokeşîrê Benî Seba, serokeşîrê eşîra Boasî Fewaz Ebdulhafiz El Bazo, şêxê qebîleya Tey şêx Hesen Ferhan, serokeşîrê eşîra Boşeban û rûspiyê qebîleya Şerabîn Hesen Salim Sofî pêk hat.

Serokeşîran diyar kir ku têkiliyên Kurd û Ereban ji kevin de xurt in û rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di parastina wan de silav kir û got: "Çarenûsa hevbeş ji hev naqete. Jiyana hevbeş jî rêbaza derbaskirina zehmetiyan e."

Beşdaran diyar kir ku nêrîna Rêber Abdullah Ocalan li ser nirxên demokrasî, azadî û biratiya rabûye û banga pêkanîna pratîkî ya nameya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Serokeşîran hişyarî ji derxistina fîtneyan û provakasyonê da û girêdana xwe bi projeya QSD'ê dubare kir û diyar kir ku QSD hêza leşkerî, siyasî û civakî ye û xwedî li armancên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve.

Piştî ku li nêzî 30 eşîrên herêma Cizîrê geriyan, şandeyê gera xwe bi dawî kir û destnîşan kir ku di hevdîtinan de pirên jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de hatin xurtkirin.

(mh)

ANHA