ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 8 - 2025
19 tebax, 2025   02:00

Berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re Meryem Îbrahîm diyar kir ku beşdarbûna jinan mîsogeriya avakirina Sûriyeya demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên taxên Salihiyê û Ezîziyê ji ber kêmbûna xizmetgên bingehîn gazincan dikin. Şaredariya Gel soza çareseriyê da. BI WÊNE Û DÎMEN

Dewleta Tirk li kêleka dagirkeriya leşkerî, dest avêtiye aborî û bazirganiya Sûriyeyê jî. Bi dehan şirketên mezin ên nêzî desthilata AKP’ê û artêşa Tirk qadên avahîsazî, enerjî, banka, çîmento, tekstîl, xurek, telekomînîkasyon û rê dagir kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê aşkera kir ku ji destpêka salê ve êrişên çeteyên DAIŞ'ê û çekdarên din ên li ser sivîlan û navendên girîng zêde bûne. Tenê ji destpêka salê ve, nêzê 150 êriş li ser navendên leşkerî û ewlehiyê hatine kirin ku di encamê de 6 şervanên wan şehîd bûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Vejînê merasîma bibîranîna şehîdan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Osman Mihmed El Xelef li pakrewangeha Keramê li rojhilatê kantonê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Odeya Pîşesaziyê ya kantona Firatê konferansa xwe ya salê li navenda Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê li dar dixe (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivîna diyalogê ji bo nîqaşkirina projeya destûra Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe (17:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Pargîn bi sînevîzyonekê û weşandina straneke nû li bajarê Dêrikê salvegera şehadeta şehîd Tekîn bi bîr tîne (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê merasîma bibîranîna salvegera 4'emîn a şehadeta fermandarên meclisê şehîd Rênas Roj, şehîd Sosin Bîrhat û şehîd Egîd Girkê Legê û hevrêyên wan li dar dixe (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN