Li Helebê jiyana hevbeş a di nava pêkhateyan de rojeva panelekê bû

Li Helebê di panelekê de ku li ser aştiya navxweyî û jiyana hevbeş hate lidarxistin, hate gotin divê temsila adilane ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di tevahî saziyan de were misogerkirin.

18 tebax, 2025   22:41
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyê li Helebê bi dirûşma ‘’Xurtkirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên Sûriyeyê de”  paneleke diyalogê li dar xist.

Di panela ku li Navenda Çandê ya taxa El Ezîziya ya bajarê Helebê de hatiye lidarxistin parêzer, rewşenbîr û siyasetmedar hazir bûn.

Piştî ku endama Têkiliyan a Meclisa Jinan Sûriyeyê Rewa Bekîr bi xêrhatina beşdaran kir, dîwan ji Rewa Cebar, Hisên Bekirî û Mehe Ehmed hate avakirin.

QANÛN DERIYEKÎ XURTKIRINA AŞTIYA ŞÊNIYAN

Beşdaran bingeh û prensîbên parastina qanûnê bi rêya misogerkirina parastina dadger û parêzeran şîrove kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aştiya navxweyî di navbera beşên cuda yên civaka Sûriyeyê de li ser bingeha rastiyan, pêdivî bi pêkanîna edaleteke veguhêz bi awayê herî baş heye. Ji bo bidestxistina wekheviyê beşdaran piştrast kir ku pêwîst e jin di hemû astên siyasî, çandî, aborî û dadwerî de xurttir bibe, ji ber ku dema jin azad bibe civak jî azad dibe.

Piştre, beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên panelê de nîqaş kirin. Li ser wê esasê li hev kirin ku divê dagirkeriya li Sûriyeyê bi dawî bibe, diyalog serwer be, bi rêya lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya giştî aramî li Sûriyeyê pêk were, ji bo parastina mafên her kesî, qanûn bên guhertin.

Beşdaran li ser hin xalên din li hev kirin ku pê hikumeta veguhêz muxateb girt. Hiqûqnas Mehe Ehmed ew xal xwend ku wiha ne: 

1. Ji bo ku nêrîneke komker der barê siberoja Sûriyeyê de çê bibe û ev nêrîn aştiya navxweyî û yekitiya dewletê xurttir bike, divê diyalogeke nîştimanî ya giştî û zelal bi beşdariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, kêmneteweyên wê bê lidarxistin.

2. Ji bo sepandina rêgeza hemwelatîbûna wekhev, bidawîkirina tevahî cureyên cudakirinê di navbera welatiyan de li ser bingeha netew yan ol yan erdnîgarî, divê siyaset û qanûn bên guhertin.

3. Divê temsila adilane ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di tevahî saziyan de were misogerkirin bi şêwazekê ku pirrengiya civakî rave dike û baweriyê di navbera civakê û dewletê de çêdike.

4. Ji bo xurtkirina aştiya navxweyî, divê plansaziyeke nîştimanî were dayîn. Di wê çarçoveyê de bername, însiyatîfên civakî bên destpêkirin. Karmendên dewletê bên perwerdekirin nemaze di qada perwerdeyê, ragihand û xizmeta sivîl de.

5. Divê yekser li hember gotinên nefretê, sorkirinê, parçekirinê di xîtabê giştî de were sekinandin. Ji bo rawestandina wê helwestê, divê qanûnên têkildar bên aktîvkirin. Divê gotinên yekitiyê, bêhnfirehiyê û jiyana hevbeş xurttir bibin.

6. Ji bo meşandina bernameyên diyaloga civakî û avakirina aştiya navxweyî, divê piştgiriya rola civaka sivîl bê kirin û bi rêya hevkariya bi saziyên hikumetê re û peydakirina hawîrdoreke qanûnî ya ewle û zelal, karê wê bê hêsankirin.

7. Ji bo sepandina çanda rêzdariyê ji aliyê din re û redkirina dûrxistinê, divê têgehên pirrengiyê, nirxên hevkariya aştiyane di metaryalên perwerdeyê û çapemeniya fermî de bên bicihkirin.  

8. Bi hevkariya pêkhateyên herêmî, misogerkirina vegera ewle û bi rûmet a koçber û penaberan û dabînkirina garantiyên yasayî û aborî ji bo ku rê li pêşiya dubarebûna sedemên aloziyê, bên girtin.

9. Bi rêya tevlikirina jin û ciwanan di saziyên yasadanîn û şêwirmendiyê de xurtkirina jin û ciwanan û derfetê jê re vekin ji bo ku tev ku karê hikumetê bibin.  

10. Çalakkirina mekanîzmayên herêmî ji bo edalet û hesabpirsînê, bi şêwazekê ku dîroka berê bi awayekî adil ji bîr dibe û rê li pêşiya avakirina siberojeke hevbeş vedike û rêzê ji maf û rûmeta mirov re digire.

Di dawiya panelê de, endama Komeleya Piştgirî û Hêzdarkirina Jinên Sûriyeyê Ayida Sehrawî, ji bo beşdaran helbest xwend ku behsa hevgirtina civakên Sûriyeyê, redkirina parçebûn û bidestxistina jiyana hevbeş kir.

(ac/şx)

ANHA