Kuştin û ne aramî li herêmên hikûmeta veguhêz belav in

Tevliheviya ewlehiyê, li Sûriyeyê zêde dibin. Bûyerên avêtina ketober a guleyan, kuştina rasterast, zêde bûne. Ev rewş, diyar dike ku hikumeta veguhêz nikare çeka li welêt belav bûye control bike û hesabê ji sûcdaran bipirse. Metirsî hene ku welat ber bi tundiyeke bê kontrol ve biçe.   

Kuştin û ne aramî li herêmên hikûmeta veguhêz belav in
18 tebax, 2025   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, bûyerên kuştinê bi guleyên ketober û rasterast zêde dibin. Ev jî tevliheviya ewlehiyê û nebûna hesabpirsînê nîşan dide. Hemwextê vê tevliheviyê, şênî bi fikar in ku tundiya çekdar belavtir bibe. 

Li bajarê Minbic ciwanek bi guleyên ketober hate kuştin dema ku di taxa Ceylawî re derbas dibû. Ev jî nîşan dide bê çiqas çek li bajêr belav e û tevliehvî heye. Şênî ji bûyerê bi hêrs bûn ên ku bang li aliyên têkildar kir ku bikaranîna çek kontrol bike û ji kesên mîna van êşan çêdikin, hesabê bipirsin.   

Li bajarê Silheb ê rojavayê Hemayê Hêzên Ewlehiya Giştî  bi ser maleke elewî de girtin, bê sedem bav û lawê wî kuştin.

Li bajarê Dûma yê rojhilatê Şamê jî li ser pereyan ciwanekî 34 salî di dikana xwe ya li sûka Hal de ji aliyê ciwanekî din ve hate qetilkirin. Ev bûyer, nîşan dide ku çiqas çek belav e û şênî hesabên di nav hev du de bi çekê çareser dikin.

Ciwanekî ji bajarokê Zebdîn ê Xuta Şerqiye, ji aliyê çekdarên rûgirtî bi 30 guleyî hate kuştin û piştire çekdar reviyan, heta niha jî ne ew çekdar ne jî sedemê kuştinê hatin naskirin.

(ac/şx)

ANHA