ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 3 – 2025
19 adar, 2025   02:00

Şêniyên Kobanê yên ku li bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, destnîşan kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawîn berxwedana xwe bidomînin. Şêniyan komkujiya dewleta Tirk a li gundê Berxbotanê jî şermezar kir.

Pêkhateyên Tirbespiyê diyar kir ku parastina civakî erkek e û dikeve ser milê her kesî û got ew hemû piştgiriyê didin QSD`ê.

Bi nêzbûna Newrozê re tevgereke zêde li sûkên bajarê Dirbêsiyê heye, şênî caw dikirin û cil û bergên Kurdî didirûn.  Ev rêûresm girêdana kûr a şêniyan bi vê cejnê ve nîşan dide ku azadî û nûbûnê vedihewîne.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku ew ‘danezana destûrî’ ya hikumeta Şamê napejirînin. Her wiha gotin ew danezan ne li gorî tevna civakî ya Sûriyeyê ye.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Hisên Ebid El Ewad li goristana şehîdên Şedadê defin dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Firatê sersaxiyê dide malbata şehîdên Komkujiya Kobanê. Karwana sersaxiyê berê xwe dide gundê Kirik ê başûrê bajarê Kobanê ku gundê şehîd Osman Ebdo û malbata wî ye, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Amûdê bi boneya nêzbûna Cejna Newrozê pêşangeha cil û bergehên gelêrî vedike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Firatê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker duh li bajarê kiriye, li bajarê Çelebiyê meşekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakgerên li bajarên Hesekê û Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê li Çerxerêya Şehîd Serhed a Hesekê û sûka navnedî ya li Dirbêsiyê 2 protestoyên cuda li dar dixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya nêzbûna Cejna Newrozê, Meclisa Bajarê Til Hemîsê kolanên bajarê dixemlîne, li dibistana navîn a gundê Dêrna Axê şahiyekê li dar dixe, (09:00), her wiha xelkê Çilaxa û gundewarê wî li Qada Şehîd Mahsûm agirê Newrozê dadide, (20:00), xelkê bajarê Qamişloyê li taxa Hilêliyê, li Qada Şehîd Xebat agirê Newrozê dadide, (20:00). Her wiha Şaredariya Qamişlo ji bo beşdariya Cejna Newrozê belavokên belav dike, (10:00). Li taxên Nasire û Merşo yên Hesekê 2 pîrozbahiyên cuda tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN