HAT’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Fermandariya Giştî ya HAT’ê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku yek ji lehengên HAT’ê şervan Cengîz Hesekê di encama gulebarana bêserûber de, di dema perwerdeyê de li bajarê Reqayê şehîd bû.

HAT’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
18 adar, 2025   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî nasnameya şervanê HAT’ê şehîd Cengîz Hesekê (Hisên Xelef) aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bi xemgîniyeke mezin şehadeta yek ji lehengiyn hêzên xwe HAT’ê şehîd Hisên radigihînin. Şehîd Hisên duh (17’ê Adarê) di encama gulebarana bêserûber de di dema perwerdeyê de li bajarê Reqayê şehîd bû.

Nasnav: Cengîz Hesekê

 Nav û paşnav: Hisên Xelef

 Navê dayikê: Şemsa

 Navê bav: Xelef

 Cih û dîroka Jidayîkbûnê: Hesekê - 2000

 Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê - 2023

 Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 17’ê Adara 2025’an

Şehîd Hisên di pêkanîna erka xwe de bû mînaka cesaret, fedakarî û dilpakiyê.  Di xizmeta welatê xwe de tu carî dudilî nebû û ji bo parastina ewlehî û aramiya welatê xwe jiyana xwe feda kir.

Em sersaxiyê ji malbat, dost û hevrêyên têkoşer şehîd Hisên dixwazin û sebrê ji malbatê re dixwazin."

(fr)