Komkujiyên peravê hiştin ku 13 hezar Sûriyeyî penaberî Lubnanê bibin

Rêveberiya Kareset û Krîzan a Parêzgeha Ekar a Lubnanê ragihand ku ji ber pevçûn û komkujiyên li perava Sûriyeyê nêzî 13 hezar Sûriyeyî penaberî bakurê Lubnanê bûn.

Komkujiyên peravê hiştin ku 13 hezar Sûriyeyî penaberî Lubnanê bibin
18 adar, 2025   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Rêveberiya Kareset û Krîzan a Parêzgeha Ekar a Lubnanê diyar kir ku nêzî 13 hezar welatiyên Sûriyeyê ji (6'ê Adarê) destpêka pevçûn û komkujiyên ve, li perava Sûriyeyê ber bi bakurê Lubnanê ve penaber bûn.

Di rapora odeyê de 12 hezar û 798 welatiyên Sûriyeyê yên ku ber bi 23 bajarokên sînor ên Lubnanê ve penaber bûne, hatine belgekirin.

Ji ber kuştin û komkujiyan bi hezaran welatîjî ber bi baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya Himêmîm ve koçber bûn.

Odeyê diyar kir ku hejmara penaberên Sûriyeyê yên li gundên deşta Ekarê û sînorê Sûriyeyê zêde bûye û vê jî zehmetiyên di warê peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanê û wargehan de, derxistine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî amarên fermî ji destpêka 2011'an ve 1.5 mîlyon penaberên Sûriyeyê li Lubnanê ne, ji wan 755 hezar û 426 li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine belgekirin.

(mh/fr)