ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2025
19 cotmeh, 2025   02:00

Parlementerê berê yê HDP`ê û berdevkê PZK-E’yê Lezgîn Botan diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan gavên gelekî girîng û stratêjîk avêtin, lê dewleta Tirk ji pêkanîna gavan direve. Dewleta Tirk dixwaze mijûlbûnekê çêke û demê qezenc bike. 

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê xwestin bi garantiyên navneteweyî vegerin warê xwe û diyar kir ku ew bi nasname û zimanê xwe ve girêdayî ne. Her wiha baweriya xwe bi QSD’ê re, wek garantorê sereke yê pêkanîna vegera wan a ewle, anî ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Amadekariyên Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya 8`emîn bi dawî bûne, temaya pêşbirka îsal pirtûkên şanoyê ne û dê 3’yê Mijdarê li Qamişloyê dest pê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Bajarê Reqayê ku paytexta “xîlafeta DAIŞ`ê bû”, piştî hat rizgarkirin veguherî Sûriyeyeke biçûk û koçberê ji hemû parêzgeh û deverên Sûriyeyê xwe li reqayê girt. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldanek ji bo têkbirina ezmûna demokratîk e û girtin û astengkirina şêniyên her du taxan jî nîşaneya kîneke mezin a li hemberî vê ezmûnê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta veguhêz, bi hevkariya veberhêneran deverên jîngehî û daristanî ji bo projeyên aborî bi kar tînin. Şênî li hemberî van nêzîkatiyan bi hêrs in lê giliyên wan jî bê encam dimînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavdêran diyar kir ku hîn zû ye mirov li ser lihevkirineke giştî di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de bike. Hate gotin, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê lihevkirina bi Rûsyayê re wekî girîngiyek stratejîk dibîne. Di heman demê de hate diyarkirin ku îhtîmal heye Îsraîlê piştî Xezayê eniyeke din a şer veke.