Li Qahîre Pakistan û Efganistan li hev civiya

Li Qeterê di navbera Pakistan û Efganistanê de ji bo aştiyê li hev civiyan û gihiştin peymaneke ya aştiyê û agirbestekê ya di navbera herdu aliyan de.

Li Qahîre Pakistan û Efganistan li hev civiya
18 cotmeh, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televizyona fermî ya Pakistanê, Wezîrê Parastinê yê Efganistanê Xuacî Asif û Berpirsê Îstixbaratê ya Pakistanê Asim Malîk serokatiya şandeya Pakistanê dikin.

Wezîrê Parastinê ragihand ku armanca danustandinê pêşîgirtina li aloziyên li ser sînor derketîne, gihiştina aştiyê û aramiya li ser tevahî sînorê di navbera herdu welatan de ye.

Berdevkê Hikûmeta Afganistanê Zebîhulah Mucahîd jî ragihand her çendê mafê bersivdayînê yê Kabîl heye ji bo xwe ji êrişên Pakistanê biparêzin jî, ferman hatiye dayîna hemû hêzên Afganistanê xwe ji şereke nû dûr bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev danûstandin piştî agirbesta 24 saetî ya di navbera herdu welatan de pêk hatiye.