ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2023
18 mijdar 2023   02:00

Hevserokê TEV-DEM′ê li ser çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne lidarxistin got, ev çalakî bi nirx in, ji 7 heta 70 salî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Diyar Şoreş ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê têkoşîna azadî û rûmetê da meşandin. Diyar Şoreş tevî hevreyên xwe Orghan, Gerzan û Hîwa bûn sembola têkoşîna azadiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 Fatme Hec Hisên di 1988′an de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir, lê nikarî pê re biciviya. Ruxmî temenê xwe yê mezin jî bi israr e beşdarî tevahî çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan bibe û dibêje "Xwezî ji vê zêdetir bikim." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê rêjeyeke mezin ji projeyên xwe yên îsal bi dawî kirin. Li kantona Hesekê 160 proje hatin pêkanîn û li Qamişloyê 208 proje dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pêşangeha Berxwedana Jinan’ li bajarên herêma Cizîrê dewam dike. Di pêşangehê de tabloya ‘Ristevanên Ronahiyê’ jinan bala beşdarên pêşangehê dikişîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

14. Festîvala Fîlmên Kurdî wê di navbera 22 heta 26′ê Mijdarê de li bajarê Hambugrê yê Almanyayê bi beşdarbûna 19 fîlman were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Beşar Esed ji serokên cîhana erebî ye ku herî zêde biryarên efûyê yên giştî derxistiye. Beşar Esed di navbera salên 2011 û 2023′yan de zêdetirî 20 "biryarên efûyê" derxistin. Biryara herî dawîn duh (Pêncşemê 16′ê Mijdara 2023′yan) bû. Efû dema cezayê bi tevahî yan nîv yan çaryeka demê digre nava xwe, ji bilî tawanên kuştinê û qaçaxçîtiya çekan, tewanên cur bi cur ên ku berî dîroka 16′ê Mijdarê hatine kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê şahiya derçûna xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li hola Nubela ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê de, Kongra Star a herêma Firatê  meşekê li navçeya Qenaya ya kantona Kobanê li dar dixe, saet di 10:00′an de. Meclisa Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê jî çalakiyekê li hola Meclisa Qanûnsaz li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xelkê Hesekê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hisên Salih Nofel li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir dikin, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervanê QSD′ê Ciwan Efrîn ê 15′ê Mijdarê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Boxaz ê Kobanê  şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dicle vedişêrin, saet di 14:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA