Ristevanên Ronahiyê: Tabloyeke şehîdên têkoşîna azadiya jinan

‘Pêşangeha Berxwedana Jinan’ li bajarên herêma Cizîrê dewam dike. Di pêşangehê de tabloya ‘Ristevanên Ronahiyê’ jinan bala beşdarên pêşangehê dikişîne.

18 mijdar 2023   06:42
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn pêşangeha bi navê ‘Pêşangeha Berxwedana Jinan’ li Qamişloyê jî vekir.

Pêşangeh di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de bi rê ve diçe.

Di pêşangehê de 45 tabloyên 30 şêwekarên jin tên pêşandan. Ji wan tabloyan a bi navê ‘Ristevanên Ronahiyê’ bala beşdaran dikişîne. Di tabloyê de portreyên jinên şehîd hatine xêzkirin.

Di tabloyê de şehîdên têkoşîna azadiya jinan Hevrîn Xelef, Jîna Emînî, Jiyan Tolhildan, Asya Enter, Barîn Kobanê, Yûsra Derwêş, Leyman Şiwêş û Avesta Xabûr hatine nîgarkirin.

Tablo ya şêwekar û xwendekara Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava Hêvîn Ebdo ye.

Hêvîn Ebdo got di tabloya xwe de rengê spî serdest kiriye, ji berk u nîşaneya aştiyê ye û rengê tarî yê li paş wêneyên şehîdan jî êrişên dagirkeran dinimînin.

Li ser asta herêma Cizîrê pêşangeh di 14`ê Mijdarê li navçeya Dêrikê hat vekirin, paşê di 16`ê Mijdarê de li Qamişloyê û îro jî li Amûdê tê pêşandan. Di 20`ê Mijdarê de jî dê pêşangeh li Hesekê be.

ANHA