Biryarên efûyê pir in, lê girtiyên siyasî tên paşguhkirin- Diyaa ÎSKENDER

Biryarên efûyê pir in, lê girtiyên siyasî tên paşguhkirin- Diyaa ÎSKENDER
18 November 2023   09:37

Beşar Esed ji serokên cîhana erebî ye ku herî zêde biryarên efûyê yên giştî derxistiye. Beşar Esed di navbera salên 2011 û 2023′yan de zêdetirî 20 "biryarên efûyê" derxistin. Biryara herî dawîn duh (Pêncşemê 16′ê Mijdara 2023′yan) bû. Efû dema cezayê bi tevahî yan nîv yan çaryeka demê digre nava xwe, ji bilî tawanên kuştinê û qaçaxçîtiya çekan, tewanên cur bi cur ên ku berî dîroka 16′ê Mijdarê hatine kirin.

Hemwextî biryarê, Dadgeha Navneteweyî bang li hikumeta Şamê kir ku tavilî li hemberî "Kiryarên îşkenceyê û mûamletya xirab a bi girtiyan re′′ bikeve tevger. Her wiha got, hikumeta Şamê mecbûr e bi delîlên li ser îşkenceyê nelîze. Beriya vê jî Dadgeriya Fransayê ji ber êrişên kîmyewî yên havîna 2013'an ên li Sûriyeyê, bi sûcdariya ku tevlî sûcê li dijî mirovahiyê bûye di asta navneteweyî de biryara girtina Beşar Esad û birayê wî û du efserên artêşa Şamê da.

Li gorî biryara 36′an a sala 2023′yan, hin ceza têne sivikirin. Cezaya darvekirinê ji bo cezaya hetahetayî û cezaya hetahetayî ji bo cezaya 20 salan girtîgeh hatin sivikkirin. Lê ev biryar tu carî nebûn gavên aştiyê û girtiyên siyasî di nav xwe de nagire. Lê belê di piraniya rewşan de tawanbarên qaçaxçîtiya madeyên hişbirê, kujer û kesên ku ji leşkeriyê reviyane dikevin ber efûyê.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya ku ji 2011’an de heta niha ve rewşên girtiyan, revandiyan û qurbaniyên îşkenceyê dişopîne û belge dike, li gel rejîma Esed nêzî 135 hezar girtî û revandî hene, lê heta niha rejîmê tu amar û lîsteyên bi navên kesên ku hatine berdan an jî yên girtî aşkera nekirine.

Endamê Desteya Parastina Girtiyan û endamê Navenda Lêkolînên Qanûnî ya Sûriyeyê parêzer Mîşal Şemas da zanîn ku xala herî balkêş di biryarê de ew e ku kesê bi ′qanûna terorê ya /19/ ya sala 2012’an′ (piştî xwepêşandanan) hatin tawanbarkirin û kesên li dijî hikumetê rabûne, nakevin ber efûyê.

Tê zanîn ku tevahî biryar ji aliyê serokkomar ve tên derxistin ku desthilata rêveber dike. Esed bi derxistina van biryaran dixwaze xwe bihêz nîşan bide ku dikare gelê Sûriyeyê kontrol bike û kengî bixwaze efû bike. Her wiha da ku xwe li pêşiya civata navneteweyî mirovane nîşan bide. Esed beriya demeke kurt qanûna ′′Krîmînalîzekirina îşkenceyê′′ derxistibû û xebatên dadgehên leşkerî dabû sekinand. Bi van gavan xwest rê li ber normalîzekirina têkiliyên diplomatîk veke û xwe ji tecrîda dîplomatîk û aborî xilas bike, nemaze ku hevkarê wê Rûsyayê bi şerê xwe yê li hemberî Ukranyayê mijûl e. Dîsa jî hevkarên wê yên din (Îran û Hizbullah), bi şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezayê mijûl in.

Di heman demê de Esed bi derxistina vê biryarê armanc dike ku ji dewletên ku penaberên Sûriyeyê hewandine, bide xuyakirin ku Sûriye welatekî ewle ye û tu metirsî nine ku penaberên muxalif vegerin malên xwe û li ser erdê xwe. Her wiha ji bo ku bide nîşandan ku pergala wî efû dike û di siyaset û biryardayînê de xwe xwe dispêre qanûnê.

 Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Gel jî aliyek qanûnsaz e ku dikare qanûn û biryarên efûyê lêkolîn bike, lê  tu biryarên efûyê dernexistiye. Ev jî nîşan dide ku desthilata rêveber desthilata qanûnsaz kontrol dike.

GEL DIKARE JI BO BIRYARÊN WIHA GEŞBÎN BIBE?

Rastî ew e ku rejîma Şamê tu guhartin di dozên demokrasiya siyasî û mafên mirovan de pêk neanîne. Derfetên ku ji pergalên ewlekariyê re hatine dayîn dihêle pêkanîna biryara efûyê li ser bi deh hezaran girtî û revandiyan ji aliyê dadgeriyê ve negengaz be, ji ber ku tu desthilatî di ser wan pergalên ewlekariyê re tune ne.

Li dawiyê, eger rejîm bixwaze bi niyeteke baş biryarê pêk bîne, pêwîst e biryara efûyê girtî û windayiyên bi darê zorê jî bigire nava xwe bigire, nemaze ku ev kes ji ber nêrînên xwe yên li hemberî rejîmê, an jî ji ber ku li herêmên ne di bin kontrola rejîmê de ne, hatine girtin. Dibe ku ew kes li beramberî standina fidiyê ji malbatên wan an li beramberî diyarkirina aqubeta wan hatibin girtin. Piraniya girtiyên bi"kiryarên terorî" hatine sûcdarkirin, karên wan xêrxwazî an dermankirin e, an jî bi nivîsekê piştgirî dane xwepêşandanên li dijî rejîmê.

Li gor tecrûbeya gelê Sûriyeyê tu hêvî ji rejîmeke wiha nayên kirin. Hêvî tenê guhertineke bingehîn ji bo pergalên siyasî û aborî û civakî ye, ji bo vê guhartinê jî pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an pêwîst e.

(mh)