ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2024
18 adar 2024   02:00

Hemwextî salvegera 6'an a dagirkirina Efrînê sûcên li dijî şêniyên resen ên ku li Efrîna dagirkirî mane zêdetir dibin. Herî dawî jî  zarokê bi navê Ehmed Mamo (16) hate qetilkirin.

Koçbereke Efrîna dagirkirî ji ber bêrîkirina welêt vegeriya Efrînê. Piştî ku vegeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî wê gelek sûc pêk anîn. Dîsa jî ew neçar bû ku derkeve û soz bide êdî berî rizgarkirina Efrînê tu carî venegere.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê heta niha zêdetirî 3 milyon û 500 hezar litre mazotê avdanê da cotkaran.

Profesorê peywendiyên siyasî Husam Farûq got DYA dikare fişarê li Netanyahu bike, ji ber ku Tel Evîv ji destpêkê ve bi çekên DYA’yê şer dike lê niyate DYA`yê tune ye ku şerê li Xezayê bi dawî bibe.

Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên cihêreng ˊxwendina daxuyanî û meşˊ hemwextî salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê li dar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê sersaxiyê dide malbate şehîd Gelî Kobanî yê şervanê Hêzên Komandos, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA