Qahîre bi Yekitiya Ewropayê re hevkariya stratejîk îmze kir

Di navbera Misir û YEˊyê de li ser ragihandina siyasî hat îmzekirin, bi wê re têkilî gihaştina asta hevkariya giştî û stratejîk.

Qahîre bi Yekitiya Ewropayê re hevkariya stratejîk îmze kir
17 adar, 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî di merasîma îmzekirina li ser ragihandina siyasî ya din navbera Misir û YEˊyê de beşdar bû û bi wê re têkilî gihaştin asta hevkariya stratejîk û gitşî.

Li Qahîreyê lûtkeya Misirî - Ewropî hat lidarxistin. El Sîsî pêşwaziya serokê komîseriya Ewropayê, serokwezîrê Balçîkayê, serokê Yekitiya Ewropayê, serokwezîrê Yewnanistanê, şêwirmendê Awustiryayê, serokê Qubirsê û serokwezîrê Îtalyayê kir.

Di lûtkeyê de hevkariya aborî, pîşesazî, teknolojî, perwerde, enerjî û bi taybet hilberîna gaza xwezayî û hevkariya Misirê û Qubirs, Yewnanistan, Balçîka û Awustiryayê hatin nîqaşkirin.

Berpirsên Misirê da zanîn ku YEˊyê koma alîkariyan bi nirxê 8 mîlyar dolar ragihand. Tê çaverêkirin ku ev kom di serdana serokê komîseriya Ewropî, serokên Balçîka, Îtalya, Awustirya, Qubris û Yewnanistanê ji bo Qahîreyê de, îmze bikin.

Li gorî belgeyê ji nûnertiya Yekitiya Ewropayê ya li Misirê, her du aliyan asta hevkariya stratejî û giştî bilind kir ku di dema pêş de hevkariya di navbera wan de di aliyên aborî û yên din de bi pêş bikevin.

(mh)